SIBAT/ Gulal Kasanî

Sibateke lal

naverokeke avdizî

canê xweşmêran..qurban dan

biyar metiya metirsiyê..

arama hêviyan dixwest bi qelişîne

dilopên xwînê

yeka yek

jê tên xwar

lehîyeke ji merdan

şeqepêl dike

qulzemek fermîskên ..hawargihana..zarokên bê himbêz

di keftlefta  pêljanên xwe de

winda dibe

rûçkên saloxan

bi kuldarî..xwe dixapînin

ken didin

bi hêvîdarîya,levhatineke  daxdayî

lêvên qurmizî,xunav didan

dareke pelweşên

di sibateke lalî bihin teng de

xwazgînên xwe

bi sirreke seqemî

lotkên wan ,dorpêç dike

şermezariya  xwe

di bin konekî bê stûn de

vedişêre

ah û ohiyanên xwe

bi hevre tûj dike

pê ciwaniya xwe

kurkur dike

avjîna xwe,girrlevdixe

lê….

tînên şehsiwaran..hişmendan..

tên hev ..lev vedgerin

mina pêtên arên sor.. hilordidin

qelzemek ardidin

xwenas..xweza ..merdane..canpolayî…

armanc  nasin.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *