Bedbextî di romana Ez û Delal ya Sidqî Hirorî de/ Ebdulrehman Bamernî

 Bo çi bedbextî:
Eger bêjîn kurd ji hemî gel û neteweyên dî zêdetir bedbext in, renge çi şaşî di vê‌ gotinê‌ de nebe û ji bedbextiya kurdan jî, kurd li ser axa xwe dijîn û xudanê‌ wê‌ axê‌ nînin, kurd xudan ziman in û ziman û kulturê‌ wan lê‌ hatine qedexe kirin, di nav çendîn welatan de parçekirî ne û li her welatekî ji wan jî û li ser axa xwe dihêne çewisandin û bi tinê‌ ji ber ku kurd in. Ev bedbextiya henê‌ jî bi çendîn rengan di romana (Ez û Delal) ya romannivîs (Sidqî Hirorî) de hatiye wêne kirin û her xwandevanê‌ vê‌ romanê‌ bixwîne, dê‌ hest pê bike, ku nivîserê‌ romanê‌ bi riya rûdaw û serhatên romana xwe, zom êxistiye ser çendîn nimûneyan, ku dorhêlekê û rastiyekê‌ berçav dikin, ku çend sitem li kurdan dihête kirin, ev stema henê‌ jî li ser axa bapîrên wan bixwe ye û dema mirovî ax hebe, yanku mirovî serwerî heye û azadî heye, lê‌ kurdan berûvajî wê; ax heye û serwerî û azadî nîne. Her çend e roman bixwe li dor çîroka jinekê‌ û zelamekî dizivire û herdu li xerîbiyan e û çawan rojgar wan herduyan li êk kom vedike, lê‌ çîroka van herduyan bi tinê‌ peyamek e bo qutana çendîn dergehên dî, ku bi merem, rûdan li dûv rûdanê‌ dikevne ber çavên xwandevanî û gelek tiştên veşartî dihêne diyar kirin, eve jî bo teknîka romannivîsî dizivire, ku di heman demî de, romaneka diliveker û kartêker be û xwandevan digel vedana laperên wê‌ hest bi bêzariyê‌ nekee û xweşiya zimanê‌ dariştinê‌ jî bibe handerek, ku xwandevan vê‌ romanê‌ li nîva rê‌ nehêle û ta dûmahî laper digel de bimîne û pîverên romana serkeftî û neserkeftî jî, xwe di vê‌ çendê‌ de dibînîn.
Peyama romanê:
Nivîserê‌ romanê‌ rûdanên romana xwe ji penaberekê‌ kurd ku li welatê‌ Swêdê‌ dijît dest pê kirîne, bi riya teknîka xwe ya taybet ya dariştinê‌, ku her romannivîsekî‌ şêwazê‌ xwe yê‌ taybet di vegêrana rûdaw û serhatên romana xwe de heye, ew ji nivîsînên hevalekê‌ xwe yê‌ nivîser van rûdaw û serhatan vediguhêze, ku hevalekê‌ wî yê‌ nivîser li Stockholma Swêdê‌ dijît û malavahiyê‌ dike û çendîn pirtûk û nivîsînên xwe yên nebelavkirî dispêre wî. Nivîsînên wî nivîserî jî xwe di du biyavan de dibînin, ew jî her weku di peregrafekî de bi vî rengî hatî: “Roman û çîrokên weha ku girêdayî xelk û welatê‌ wî bin,. ……. Ku pê‌ bikarbe perîşanî û bindestiya xelkê‌ welatê‌ xwe yê‌ li bin dagîrkirinê‌ ji herdu aliyên civakî û neteweyî ve bîne berçavan û rêyê‌ li ber rêçareyan xweş bike ” r 6. Ez bi bawer im jî, nivîserê‌ romanê‌ peyam û senga nivîsîna romana xwe jî êxistiye ser van herdu biwaran, êk netewe û civak, viyaye bedbextiya kurdan di van herdu aliyan de diyar bike, ku layenê‌ komelayetî û eqliyeta kevin jî kartêkirina xwe li ser pêşketinê‌ û bedbextiya kurdan heye û ta ji aliyê‌ mejiyî jî ve nehêne guhorîn, neşên xweseriya xwe bi dest ve bînin, bi hizira wî jî, beşekê‌ wê‌ xweseriyê‌ jî xwe di azadiya mejiyî de dibîne.
Ez û Delal
Serhat û rûdan:
Rûdanên romanê‌ ji nivîsîna jinekê‌ dest pê dikin, ew jin xwediya du zarokan e û ew jî li welatê‌ Swêdê‌ dijît û zelamê‌ wê‌ ku hêşta li Kurdistanê‌, wek du evîndaran, bi hezjêkirin, ew ji xwe re înaye û berev welatê‌ Swêdê ve diçin. Li wî welatî, ew zelam wê‌ jinê‌ pişt guh dihêle, xwe di bin perdeya du tiştan re vedişêre, êk: Zelam yê‌ sertiraşî ye û her tişt bo wî dirust e û ji vê‌ hizirkirinê‌ jî, texsîriyê‌ nake û peywendiyan ji derveyî malê‌ digel çendîn jinên dî girê dide û ta wî raddeyî pişt dide hevjîna xwe. Du: Eqliyeta babsalarî, her çend e welatê‌ Swêd êk ji wan welatan e yên demokirasî lê‌ heye û demokrasiyeteka zêde. Li wan welatan jî, jinan mafê‌ hemî tiştekî wek yê‌ zelamî heye, çi mafê‌ derketinê‌ be yan axftinê‌ û ta karkirinê‌ jî. Lê‌ ev zelamê‌ henê‌ van hemî azadiyan li ber vê‌ jinê‌ digire û nahêle ji xanî derkeve û ew tiştên‌ wî bo xwe wek zelam divên, wan tiştan li ber hevjîna xwe digire. Her çend e, vê‌ jina henê‌ çi xewnên dî nebûne ji bilî ku wek jinekê bijî û zelamê‌ wê‌ di malê‌ de be û hest bi wê‌ bike, wek jin û hevjîn û wek mirov. Ev nivîsîna henê‌ ji layê‌ wê‌ jinê‌ ve hatibû nivîsandin û hez dikir çîroka wê‌ bihête belav kirin, ku xelik bizane li derbideriyê‌ çi dihête rûdan, bi taybet, ev jin û mêrên dûrî welatî, çi ewên xwe digel civakên ewropî diguncînin yan jî ewên dimînin li ser eqliyeta komelgehê‌n xwe yên‌ rojhelatî.
Nivîserê‌ romanê‌ davên rûdanan bo qaremanê‌ serekî yê‌ romanê‌ vegerandîne ve û di peregrafekî de hatî ye: “Ji min re bibû mereqeka mezin ez bizanim ev jina ev name nivîsî kî ye û bizanim ka niha di çi rewşê‌ de ye “r 34. Da ku çîroka vê‌ jina henê‌ girêdan bi rûdaw û serhatên romanê‌ ve hebe, nivîserê‌ romanê‌ viyaye bi riya nameyên vê‌ jinê‌ gelek tiştan diyar bike, piştî ew nivîsîn hatiye belav kirin, wê‌ jinê‌ hezkiriye ku temametiya çîrokê‌ jî bigehîne wî kesî, lê‌ piştî telefonê‌ û haydarbûnê‌, bo wê‌ diyar bûye, ku ew nivîser çûye ber dilovaniya Xudê‌, lê‌ hevjîna wî nivîserî, bi qaremanê‌ romanê‌ dide nas kirin, ku hemî nivîsîn gehiştine destê‌ wî û wî ji layê‌ xwe ve belav kirine û di xwepşandanekê‌ de, ku bi hizira min, romannivîsî, viyaye rolê‌ kurdên li handeran jî diyar bike beramber doza milletê‌ wan, ku di girdbûneveyekê‌ de û li dijî barandina çekê‌ kîmiyawî li Helebeçe, xwepîşandanekê‌ dikin û li nav wê‌ xwepîşandanê‌, ew jin, nama duwê‌ dike di destê‌ wî de û di vegera xwe de bo mala xwe, wê‌ çîrokê‌ dixwîne û paşî bo belav dike. Her weku di peregrafekî de hatî: “Ez digel çend sed kurdan li bajêrê‌ Stockholmê‌ beşdarî xwenîşandanekê‌ li dijî lêdana Helebçeyê‌ bi kîmiyewî dibûm, dema ji nişkan ve jineka esmer ya bejinkurt xwe nêzîkî min kir “r 35. Piştî ew name ketiye destên wî û da dûmahiya çîrokê‌ bizane, ku gehiştiye halê‌ ji êk cudabûna herduyan û piştî çend heyvên bê‌ mêriyê‌, peywendiyan digel zelamekê‌ kurd girê dide, ku zelamek rêzê‌ li wê‌ û zarokên wê‌ jî bigire, lê‌ sererayî ku herdu ji êk hatîne berdan, lê‌ ew gefan lê‌ dike û ta wî raddeyî, hindek ji maddên qeçax di xaniyê‌ wê‌ ve vedişêre û polîsan agehdar dike û bi vê‌ tuhmetê‌ ji layê‌ polîsan ve dihêne girtin, lê‌ eve bi xwe dûmahiya çîroka wê‌ jinê‌ nebûye.
Babet merc e bo nivîsînê‌:
Her nivîserek azad e bi helbijartina babetên xwe yên nivîsînê‌, babet jî ew peyam e ya ew nivîsîn dihelgire, nivîserê‌ zîrek jî ew kes e yê‌ bişêt babetan bo xwe peyda bike û bo vê‌ çendê‌ jî hindek nivîser beref xeyalê‌ ve diçin û hindekên dî jî berev jiyana rojane û dorhêlê‌ ew tê de dijîn û hindekan jî divêt, digel nivîsînên xwe û helbijartina babetên xwe peyamekê‌ jî bigehînin. Nivîser û helbestvanê‌ navdar yê‌ daxistanî Hemzatov, derbareyê babetî û nivîsînê‌ dibêje qutabiyên xwe: “Nebêjine min li ser vî babetî bo me tiştekî binivîse, belku babetekî bo min behis bikin, ez dê‌ sê‌ beşên romanê‌ li ser nivîsim”. Eger zêdetir jî li ser naveroka vê‌ romanê‌ rawestîn, nivîserê‌ romanê‌ babetê‌ xwe ji jiyana rojane wergirtiye. Babetê‌ romana xwe bo takê‌ kurd terxankiriye, bi riya wî, behsê‌ hebûna wî dike, jiyana wî ya rojane, ew derdeserî û nehametiyên bi serê‌ wan dihên û bi taybet li welatên ew di nav de dijîn, welatên wan bi xwe, lê‌ ji ber ku ew welat dagîrkirî ne, ew dagîrkerên henê‌ herdem bi çavê‌ tirsê‌ û sivkatîpêkirinê‌ li wan sehkiriye. Nivîserê‌ romanê‌ babetê‌ avakirina eqliyeta kurdî kiriye tayekê‌ dî yê‌ peyama romana xwe. Gelek curên stemkirinê‌ û zoriyê‌ bi riyên cuda li ser kurdan hene, azadiya wan hatiye sinordar kirin, bi navên cuda, tuhmetên nerewa, evên li Kurdistanê‌ dijîn rewşa wan xirab e û herroj di bin gefên kuştin û girtin û eşkencedanê de‌ ne û bê eger dihêne kuştin û zîndan kirin.
Sitema li ser kurdan:
Nivîserê‌ romanê‌, bi riya qaremanê‌ romana xwe, pena biriye ber gelek rûdanan, her ji jiyana komelayetî li dervey welatî, kurd çawan dijîn, peywendiyên wan digel êk û dîsan pirsgirêka wan û ayindeyê‌ kurdan û zarokên wan li wan welatan, ku eve jî babetekê‌ li ser rawestiyanê‌ ye, ji ber ku evro gelek kurd ji her çar parçeyên Kurdistanê‌ li welatên derve û biyanî dijîn û renge, ew kurdên henê‌ di nav van welatan de bihelhin.
Dema mirov bê‌ welat dimîne yan welatê‌ mirovî dagîrkirî be, dê‌ gelek zordarî hebin û hemî cumgeyên jiyanê‌ hêne berteng kirin, da ku çi bizav dijî wan welatan nehête kirin û ev welatên henê‌ jî, hemî hêza xwe didine ser wê‌ çendê‌ ku çi bizavên rêkxistî û nepenî dirust nebin, ku bibine gef li ser hikûmetên wan. Nivîserê‌ romanê‌ jî nimûna başurê‌ Kurdistanê‌ înaye, ku qaremanê‌ romanê‌, xelkê‌ başurê‌ kurdstanê‌ ye û çend nimûneyên sitema hikûmeta vê‌ parçeyê‌ diîne, her ji kîmiyabarankirina Helebçe û hem jî ji Enfala û revîna kurdan bo ser sinorê‌ welatê‌ Tirkiyeyê û mana wan li kempan û ew êş û azarên cendirmeyên turkan bi serê‌ wan diînan. Di peregrafekî de hatiye: “Îraqê‌ li sala 1988ê‌, piştî vekêşana leşkerê‌ xwe ji çeperên şerî li gel Îranê‌, dest bi Enfalên xwe li dijî kurdan li başurê‌ Kurdistanê‌ kir”r 50. Ev kesên neketîne ber şalawên enfalan xwe bi sinorê‌ welatê‌ Tirkiyeyê re gehandin û di kempan ve hatine pêşwazî kirin, nivîserê‌ romanê‌ husan behsa rewşa wan dike: “Ne ji dil Tirkiyeyê‌ ew li kampan; li Diyarbekir, Mêrdîn û Mûşê‌, bo demekê‌ ne destnîşankirî binecih kirin. Rewşa wan di wan kempan de pir nebaş bû”r 50. Di peregrafekê‌ dî de husan behsê‌ birîndarên kempê‌ hatiye kirin: “Çend kesên, ku di demê‌ hêrşa Seddamî de bo ser Kurdistana Îraqê‌ bi kîmiyewî hatibûn birîndar kirin, ji alyê‌ desthelatdarên kampê‌ ve hatibûn veşartin û berze kirin da ko eger rojnamevanên ewropî hatin kampê‌, ew wan nebînin û wan weha dest dirêjkariya Seddamî bo ser kurdan vedişart”r 51. Di peregrafekî de ku li ser rewşa xelkê‌ kurdê‌ başur û sitema tirkan li ser wan, husa hatiye: “Mirov nizane ka dê‌ kengî gulleyek ji kî derê‌ hêt û bi mirovî bikeve. Tenahî nemaye. Mît û hêzên dewletê‌ her roj yekî dikujin û roja dî dibêjin ku hinekên neniyas yan hêzên tarî filan kes kuştiye”r 70. Gelek dîmen ji sitema wî welatî beramber kurdan hatine diyar kirin û bê hîç eger tuhmet bo xelkê‌ sivîl dihatine dirust kirin û di peregrafekî de husa hatiye: “Rewşa te nebaş e, wesa xuyaye tu pereyan ji ewropayê‌ bo gerîllayan tînî”r 83. Sebart dadiyê‌ jî ku layenek hebe xwe li skaleyên kurdan û hawlatiyan bike xudan, nivîserê‌ romanê‌ husan dîmenek berçav kiriye: “Kî dikare biselmîne ku min şaşî nekiriye. Ma heke wan nivîsand ku min şaşî kiriye, ez dê‌ gazindeya xwe bibim cem kê‌”r 90. Nivîserê‌ romanê‌ sengî û giraniya peyama xwe ne êxistiye ser aliyê‌ neteweyî bi tinê‌ her weku me li pêşyê‌ diyarkirî, belê‌ layenê‌ komelayetî jî layenekê‌ baş ji romanê‌ dagîrkiriye û di van layenan de jî, romannivîsî hewl daye bi riya berçavkirina hindek aliyên komelayetî ji jiyana rojane ya kurdan çi li nav welatî yan jî li handeran, li rêgeçareyan bigere. Viyaye romana wî ne bi tinê‌ vegêra çend serhat û çîrokan be, belku bi riya nivîsîna vê‌ romanê‌, çend pirsgirêkan berçav bike û xebata nivîsînê‌ jî her ev peyamên ji vî rengî ne, karkirin e li ser mêşkî, ku evroya em tê de dijîn ji her wextekî zêdetir em pêdivî ne mejiyê‌ xwe biguhorin û wî mejiyî têr zanîn bikin. Di peregrafekî de husa hatiye: “Kiçxala min Nesirîn. Wê‌ hez ji kurê‌ cîranan dikir, kurik du salan ji wê‌ mezintir bû. Hîngê‌ temenê‌ wê‌ 14 sal bû. Lê‌ babê‌ wê‌ ew da mamostayekî li Bexdayê‌ ku 20 salan ji wê‌ mezintir bû”r 99. Êk ji giriftên mezin yên xêzanên kurdan jî bo nerewşenbîriya zarokînanê‌ vedigere û romannivîsî ev dergehe jî qutaye û di peregrafekî da husa hatiye: “Ez jî wek pîrûkalên me “xwedê‌ ew dane û dê‌ xwedê‌ rizqê‌ wan jî bide”, ez neşiyam li ser wê‌ dîtina wî bêdeng bimînim û min gotê‌: ـ axir birayê‌ Yeşar ma xwedîkirina deh zarokan ne karekê‌ zehmet û bi ser gêjî ye?.
Teknîk di romanê‌ de:
Şêwazê‌ nivîsînê‌ di vê‌ romanê‌ de, zêdetir xwe di vegêranê‌ de dibîne, romannivîsî bi teknîka xwe ya taybet, xwandevanê‌ xwe her wek berêxwedana filmekê‌ sînemayî ji dîmenekî vediguhêze dîmenekê‌ dî, lê‌ reng e ew pêdiviyek bû ji bo diyarkirina rûdaw û serhatên romanê‌ û reng e em neşên bi lawazî bo romannivîsî vegerînin, ji ber ku hzira romanivîsî nîvek li Kurdistanê‌ ye û nîva dî jî li handeran e, hindek caran, jiyana derbideriyê‌ wêne dike û hindek caran jî jiyana li Kurdistanê‌ diîne berçavan.
• Sidqî Hirorî, Ez û Delal ـ min bi tenê‌ nehêlin, Roman, Aras, 2008