Wergêrana . Hasan Silêvani
Van hemo bajêran dê hêlim
Ewên min ditîn u yên nedîtîn
Ezê jinan û meyê u hevalan hêlim
Û bitinê dê li makera xwe suwar bim
Û dê di vê rêya zirav re çim
Dê li dûv şînwarên tozê çim
Û dê çente ji ser milên min Kevin
Û ji pên min pêlav
Û ji devê min çîrok
Û ji çavên min xewn di kevin
Hemo pertûkên min li pey yek dê di rêde Kevin
Û yaryî yên min ji kaxezan çêkrîn dê Kevin
Roj dê xeware bit û tine şev dê mînit
Gul dê werin û tine tirs dê minit
Çima min wekir ev wexere her bibît?
Ma çu rê yên dî nebûn?
Ma ez neşêm li ser şuste yên rê yan xwe bigrim?
Min divêt xwe bigrim
Li hîvî ya base,şemendefirê û xapînê
Lê ez naxwazim wexer bikim
Hêj gelek tişt di nav mitayên min de mane
Û li wêrahe gelek çaverê ne
Û ez dikarim di gel wan de bim