Ez kiçek awareme / Kovan Xankî

 

Ez gelek ‘êciz dibim te divî halî da dibînim “delala dilê minê”, tu dibin vê xîveta têra zarokekî nekit, dibin vê xîveta bê av û kareb ve, dibin vê xîveta heywan jî têda nejîn, lê dîsa jî keyfa min bi te dihêt te siruştî û bê mikyac û bi pirçeka ne darikirî dibînim, tu ya bûye tabloyek hêj nîgarkêşan hizir li yên wek te nekiriye, duhî ez çobûme bazarî, tu dzanî hemû deman tu li bîra minî, lewra jî min bo te diyariyek wa kirî, ha bigre .. Pîteka zêrî ya navê te û ristkeka morka ye.

Keyfa kiçkê gelek bi diyariyê hat, ne jiber diyariyê, belkû ji ber giringîpêdana hevalê wê bi wê, xwest ew jî tiştekî wek bîrhatin bidetê, serê xo çemand û kete di xîveta xwe de, muqdarekê xwe mijulkir û hate derê, laperekî dirryayî û qurmiçandî da destê hevalê xwe, wisa diyarbû bi lez ji defterekê vekiribû. Gotê: ev jî diyariya mine ji te ra, li vêrê veneke, min divêt li nik te parastî bimînit ta roja mirinê, li nik min baştirîn wefa ye.

Piştî xatirê xwe ji hev xwestin, murala kurkî gelek xuş bû, fizûl bo çê bû, pişt bi xîvetê kir, ew pirta laperî vekir; jibilî nivîsê tiştek têda nedît, nivîsabû: bibore.. ‘ezîzê min, delalê dilê min, min gelek ji te şerim kir, min di vê xîvetê da pêşwazî li te kir, min xewin bi hindê ve di dîtin em li baxçekî, li bin darekê, li ber lêva robarekî bi hevre rûnin û ez serê xwe danime ser çoka te û guhdariya te bikim, paşî bila min çî dî neba ye.

Hêvîdarim piştî vê dîtina di vî halî da bi çavekê kêm berê xwe nedeye min kû min jî tiştek nedaye te, ez jî rojekê padîşaha mala xwe bûm, niho ez kiçek awareme, min yek dînar nîne tiştekî bo te bikirim, ev e deh rojin min serê xwe ne şûştî heke min tu bê maç ne dizivirandî, ez axiftina xwe dirêj nakim, çunkî kela giriyê ya dihête min û dê girîm û ditirsim paşî tu bêjî ya temsîlê dikit!, hûn kurik hindek caran ji rondikên me bawer nakin, û ekîd tû jî yê wî hestî dikî zû herî da kes te nebînt, ev e diyariya mine bo te: “bi Xwedê, bi hemû pîroziyan, ez ji ruhê xwe pitir hez ji te dikim, xwezî li cihê ruhê min tû di leşê min da baye”!.