Sibehên xurbetê / Demhat Dêrikî

Ji vê xurbeta nenas
dema tîrêjîn rojê
silav didin şaneşînê
canê min dilerize
kurpînî bi dilê min dikeve
û li wan kêliyan
çend hêsir
ji çavê min
dibarin ser
rûpelên bîrhatinên te
germahiya te canê.
Ji vê xurbeta nenas
dema çîv çîva çûkên
ser darên pêşiya xanî
bilind dibe
dengê geremola sibehên te
tê bîra min û weke
straneke hesretê
di guhê min de
olan dide canê.
Çi bêjim û çi nebêjim
li vê xurbetê
hemû sibeh
ber bi dilê te ve diherikin
ew çend min
bêriya te kiriye canê.

31/3/2017