Ala Min/ Dennis Dargul

Xemla Piroz ya Şînahiya Esman,alamin

Nexşa vehandî ya xaka niştiman,

Evina piroz ya erd  û esman,

Sor e, Nexşê dawî ya Giyanê Şehidan,

 

Li ber 21 tirêjên rojê xwe delalinî,

Destan, me ji te xwed, pir bi evînî,

Xwin me rijand da tu her xwe jor bihejînî

Evinî eve, dê tu her û her bilind û bilind bî

 

Ciyayên bilin li ber te berxwedan,

Çukên Esmanan, ji ber te silav dan,

Li ber bejna te, deşt û bahniyan renk dan

Sor e, nexşê dawî ya giyanê Şehidan,

 

Tu her dem, dê berz u gewher bî,

Cihê bihejî dê her çax bi sebir û aram bî

Sibera te bese, dê gel xak û welat bî

Evinî eve dê tu her û her bilind û bilind bî

 

Roja piroz tirêjên erd u esmanan,

Bila her şev be jî,  roja me bixudan,

Rengê xwezayê da deşt û zozanan

Sor e,, nexşê dawî ya giyanê Şehidan

 

Tu kevoka Aştiyê, ser me digerî

Strana azadiyê ber bay dibejî

Bihar eve ye, gav bi gav ronak dibî,

Evinî eve dê tu her û her bilind û bilind bî.

 

Li ber sibera te em xwedê dan

Li ber bejna te,  Egidan giyan dan,

Li Dilê Kurdistan, dirok ronî dan

Sor e, nexşê dawî ya giyanê Şehîdan

 

Tu dê dîrok, wêje, helbest û hêvî bî,

Bes tu bixaze, tu her derê dê bilin bî,

Şayane, li ser xak tu her erd û esman bî,

Evinî eve dê tu her û her bilind û bilind bî

21.3. 2017

Roja bilind kirina Ala Kurdistan Li Kerkukê.