Bizav û çalakî ji 24-04-2018/ 11.10.2018

Li  26-4-2018  simînarek ji aliyê nivîsera hêja: Diya Ciwan li jêr navê-Pêlek ji deriyaya fulklurê kurdî li hola nivîseran hate pêşkêşirin û her yek ji: Ebdalizîz Silêvanî-Selam Balayî-Îsmayil Hacanî-Ehmed Balayî û Hizirivan-beşdarî di danûstandinan de kirin û ev simîner birêvebirina nivîser: Hecî Ceifer bû.

Li rêkeftî 31-5-2018 demjimêr pêncî êvarî li hola nivîseran simînarek bo nivîser (Dr. Şewkit Sindî) hate danan li jêr navê (Berxwedan di helbestên Sebrî Botanî de) paşî li dawiya simînarê dergehê danûstandinê hate vkirin û her yek ji: Ahmed Balayî-Hişiyar Rêkanî-Îzedîn-Şîlan Hemo-Sefîn-Fehmî Balayî-Selam Balayî-Cimal Berwarî-Daud Xetarî-Beyar Bavî-Behrûz-Dr. Salim Casim  û Hêvî berwarî û birêvebirina nivîser Elind Mizûrî).

Ji bzav û çalakyên yekîtiya nivîserên kurd-Duhok di werzê xwe yê rewşenbîrî yê Buharê da evro 2018/5/10  li dem jimêr pêncî êvarî li hula nivîseran simînarek bu nivîser (Dr. Salimê Casim) hate danan lijêr navê (revenda kurdî li ewrpa û berzebût dinavbera dû kelituran da)) paşî lidawiya simînarrê dergehê danustandinê hatevkirin û her yek ji: Dikitur Bedirxan Sindî-dikitur himîd bavî-diya ciwan-Ehmed balayî-bidalikirîm zîbarî-dikitur nimet alle nihîlî-serdar Sindî-beyar bavî. Pişkdararî tîda kirin. Hejî gotinî! Ye ev simînar birêvebirina nivîser: Têlî Salih bû.

Li  4.7.2018  û bi amedebûna hijmareka zêde ji nivîser û û rojinamevan û xelkên deverê û dezgayên ragehandinê, çilîniya helbestvan (Xelefê Zêbarî) li baxçê nivîseran hate gêran û li destpêkê deqîqek rawestan ji bo giyanê şehîdan û paşî serokê yekîtiya nivîserên kurd Hesen Silêvanî peyvek pêşkêşkir û di dwîvira nivîser Mihemed Ebdule peyvek li dor jiyan û berhemên rehmetî Xelefê Zêbarî bo amedebûyan pêşkêşikir, di heman dem de Dr. Ebdulireman  Mizûrî kurtiyek ji bîrhatinên xwe û Xelefê Zêbarî pêşkêşikir. Paşî rojnamevan Selam Balayî li dor kar û xebata Xelefê Zêbarî li radiyoya dengê Emerîka û çend helbest xwendin, ji layekî dîve hunermend Mihabad Zaxoyî ku gelek helbestên rehmetî kirine stiran bi dengê xwe çend stiran û helbestên wî xwendin. Herwesa peyva binemala xwedê jê razî ji aliyê Xisiro Xalid Zêbarî ve hate xwendin. Hejî gotinê ye ku ev êvarî birêvebirina nivîser Îsmayil Hacanî bû.

Li 12-7-2018  simînarek li jêr navê (Hunerê gotarbêjiyê) bo nivîser: Qadir Qaçax li baxçê nivîseran hate gêran.

Li 19-7-2018 û bi amedebûna hijmareka nivîser û helbestvan û çîrok nivêsa li baxçê nivîseran simînarek ji aliyê nivîserê hêja (Ebdulikerîm Zêbarî) li jêr (xwandinek berawirdekarî bo kurteçîroka kurdî di navbera ta û reh û rîşalan de), herwesa li dawiyê dergehê danûstandinê hate vekirin. ev simînar ji aliyê nivîser  Îsmaîl Hacanî ve hate birêvebirin.

Li 26-7-2018 Dr. Nîmetuleah Nihêlî simînarek li yekîtiya nivîserên kurd pêşkêşikir li dor (rengivedana tîwira derbirînê di helbesta kurdî de, Şeiban Silêman û Layiq Kurêmeyî) wek nimûne.

Li 2-8-2018  bi amedebûna hijmareka nivîseran, li baxçê nivîseran simînarek ji layê nivîser (Enwer Mihemed Tahir) li jêr navê (Romana Pîdiro Paramo, biniyatê romana riyalîtma sihrdare), herwesa li dawiyê dergehê danûstandinê ji aliyê birêveberê simînarê nivîser Mihemed Ebdula ve hate vekirin û her yek ji: Di. Hemîd Bavî-Hesen Silêvanî-Hecî Ceifir- Edinan Mizûrî- Ebdulikerîm Zîbarî-Tehsîn Navişkî-Ebdulirehman Bamirinî-Sedîq Hecî Welî-Dr. Nîmetuleah Nihêlî pişkdarbûn.

Ji bizavên yeketiya nivêserên kurd-Duhok li 9-8-2018 simînarek li jêr navê Remzê marî di edebê folklorê devera behdînan da) bo nivîser: (Cemîl Mihemed Şêlazî) li baxçê nivîseran hate pêşkêşkirin. û nivîser hekîm bidalle ev simînar birêvebir.

Li êvariya roja yekşembê (12/8/2018)- bi helkefta salvegera (47) ê ya damezirandina yekîtiya nivêserên kurd-Duhok li 12/8/1971 -amadebûn û pişkdarî kirin li baxçên (yekîtiya nivêserên kurd) li Duhokê, bi amadebûna serok û kargêr û endamên yekîtiyê.. û jimareyeka nivîser û hozanivan û rewşenbîran û kenalên ragehandinê… Ku têda birêvebirina nivêserê berêz: (Selam Balayî)-û piştî rêzigirtinê li şehîdên peyvê û pênûsê û hemî şehîdên milletî û welatî û xwandina peyva (Hesen Silêvaneyî–Serokê yekîtiya nivîserên kurd-Duhok.) li dor roja damezirandinê û rol û bizav û çalakyên yekîtiyê, û daxwazkirina piştevaniya desthelatê û hikumetê bo bizava rewşenbîrî û nivêsînê, piştî xwandina birusikên pîrozbahiyê-(11) helbestvanan helbest û peyv û gotinên xwe xwandin û pêşkêşikirin ( Hizirivan, Şukirî ÎSmaîl, Kemal Remedan, Luqiman Asîhî- Dilbirîn Halo, Tîroj Amêdî, Mecîd Şukirî, Usame Hesinî, Rizgar Wehîd, Edinan Mizûrî, Beyar Zawîteyî), û pîrozbahî li serok û endamên yekîtiya nivêseran hatine kirin.. Wiçavpêkeftin di gel amadebûyan hatine encamdan.

Ji bizav û çalakyên yeketiya nivîserên kurd-Duhok simnîarek bo nivîser: Mihsin Ebdulrehman li dor (stiraneka namo li jêr solên tirsê) xwandinek bo helbesta (Bilind Mihmed) î hate pêşkêşikirin û li destpêkî helbestvan Bilind Mihemed helbesta xwe bo amedebûyan xwand û paşî nivîser Mihsin Ebdulrehman xwandina xwe bo helbesta navibirî kir û li dûmahiya birêveberê simînarê helbestvan Şeiban Silêman dergehê danûstandinê vekir û hijmarek ji nivîserên amede bi nêrîn û têbînên xwe simînar zengîrtirikirin.

Li 13-9-2018 simînarek ji bo nivîser: Îsimet Mihmemed Bedel li dor: Xwandina pertûkan, arîşe û çareserî. Ku piştî simînar bi dumahî hatî pertûka bi navê (hezkirina xwandinê, 99  rê bo şêrînkirina xwandinê li ber zarokan)jialiyê nivîserî ve hate îmzakirin û belavkirin. Hejî gotinê ye ku ev simînar birêvebirina nivîse: Xalid lî Silêvaneyî bû.

Li 20-9-2018 şêwekar Fehmî Balayî li dor rengan di helbestê de ko weku mînak heft helbestivsnên deverê wergitibûn û bi dirêjahî bejhsa wan kir. Ev simînar bi rêvebirina helbestvan: Tîroj Amêdî bû.

Li 4-10-2018 Hêriş Kemal Rêkanî simînarek li jêr navî (Netewayetî di hozan û helbestên şêx Xeyasedînê Neqşebendî de 1890-1944) li yekîtiya nivîseran hate pêşkêşikirin. Simînar ji aliyê nivîser: Selman Şêx Memî ve hate birêvebirin

Li 11-10-2018 Ûmêd Segivan simînarek li jêr navî (xwekuştin û edebiyat) li yekîtiya nivîseran hate pêşkêşikirin û têda hijmareka nivîser û rojnamevanan amedebûn. Simînar ji aliyê nivîser: Beyar Bavî ve hate birêvebirin