Ronahî li ser çarçove û dij çarçove / Hesen Silêvanî

Pêşekiyeke pêdivî

Çarçove u dij çarçove, girîngitrîn kurte çîroka Dr.Fadil Omerî ye. Bi rengekekî”tecrîbî” ji aliyê form û tekinîkê ve. Zû bi zû xwe bi dest xwendevanî ve bernade û pêdivî hêvkirin û hizirkirineka gelek kûre.

Şêwazê ev çîroke pê hatiye nîsîn ne sanahiye, bi mij û morane, aloze, jêkvekiriye, hevdije, têkhelkêşaye… ji komeka parçeyên jêkvekirî lêkdaye.

Roman nivîsê navdar Standal dibêje: “nabe ûsilob gelek ruhin û aşkera û sanahî be”.

Ev kurteçîroke bi bijaleyia xwe ve nêzîkî jiyaneka(cîhaneka) jêkvekirî ye û mokim pêkive ne girêdaye. Bihtir nêzîkî parçekirina me ya îro ye ji aliyê siyasî, aborî û rewşenbîrî ve. Dûr nîne evî rengê bê serûberê jiyana me akam li çîroknivîsî kiribe bi vî formê bijale, çîroka xwe binvîse û lêkde, bêyî hay ji xwe hebe.

Çîroknivîsa Nobil wergirtî”Nadîn Gorimer” dibêje: “dibe civateka nû û êkgirtî çîroka jiyaneka alîsengî peyda bike”.

Berovajî vê gotinê”çîhaneka paşvemayî û jêkvekirî dê çîrokeka pirt pirt û têk alizî peyda bike”. Avahiyê vê kurteçîrokê li ser astekî rast ne çûye, lê nîveka hey”Senter” û çû û ta bi rengekî xelekî jê dibeşin û careka dî li senterî vêk dikevin. Bi rastî eve nûkirina pêş çave di mêjûya kurteçîroka kurdî de, ji aliyê tekinîkî û avahiyê ve.

Ez ê hewildim wêneyekî bo vê gotinê bikêşim li dûv yekên têkistî:

Romanivîsê çîhanî Lîyo Tolistoy dibêje:

“tiştê ji hemiyê girîngtir di berhemê hunerî de, ewe senterek hebe, anku divê cihek hebe ev tîrojikên jê derketin careka dî vêkbikevin”.

Ez dibînim ev têkiste daxwaza guherînê dike, bi hevdijiyê digel şîstemê niha peyda bûy, ber bi asoyekî geştir, çunke  jiyan nahête guherîn bi hevbendiyê di gel, lê bi neguncandinê û hevrikiyê di gel dihête guherîn. Ez vê kurteçîrokê dibînim berbi avakirina kesayetiya netewî ya kurdî ve diçe û bizaveka lêgeriyaneka bihêze ber bi asankirina kesayetiya mirovê kurde û hilweşiyana hinek bîr û baweriyên li ser civakê me bi kotekî zal bûyîn.

Nivîserê jêhatî Herman Hise dibêje:

“baştirîn îniyet bo guherîna cîhanê bê sûde, bêyî rizgarkirina kûratiya kesayetiya mirovaniyê… heger me mirovên xwedan mêşkên tûj bivên bo dabînkirina paşerojê, divêt em dest bi avakirina kesayetiya mirovî bikin”.

Astên çîrokbêjiyê:

kiras guherînên Memoyî di kurteçîroka”çarçove û dij çarçove” de, li ser astê çîrokbêjiyê ne hatine nivîsîn, lê caran di nav her parçeyek kiras guherînên Memoyî de, astê çîrok bêjiyê dihête guherîn ji aliyê demî ve.

Bo nimûne heger em çar stûnên domahiyê , ji parça êkê ji hev vekin , dê bînin, her sê ristên pêşiyê li ser astê serdê- vê kevtine- anku demê noke yê beramber demê çîrokbêjiyê, bi rengekî dî em dişên bêjin, rûdanên çîrokê û serd di êk demî de diqewimin.

Mîna:

1) {Memo posîdeye û girnişkek mirar li ser rûyê wiye}. Demê berdewam+demê niha.

2) {gopal kire stûyê xwe}.

3) {şax bi şerm ve hilgirtin}.

Ev her du riste (2-3) li ser demê borî yê nêzîkin, lê di rista çaran de, yekser serd dihête guherîn bo serda paşerojê:

4) {dê li bizinên xwe gerêt}.

Zimanê çîrokê

Di deqên toreyê de, gelek girnge zimanekî toreyê hebe. Ne her ew zimanê em pê di gel êk û du li bazarê diaxfin, pê binvîsîn ji, pêdiviye zimanê toreyê şiyanên derbirînên taybet hebin.

Çîroknivîs “Fadil Omer” êke ji nivîserên bawerî bi vê gotinê heyî, lewma di nivîsînên xwe de û bi taybet di vî têkistî de xwe ji axaftina kolanê dûr dike.

Demê em baş li zimanî binêrin di vê kurteçîrokê de, dê bînin demê em baş li zimanî binêrin di vê kurteçîrokê de, dê bînin zimnî şiyan daye vê kurteçîrokkê, ku bişêt bibe derbirîna mêşkê nivîserî, cudayî ku bibe rengvedana sade û poyitê bo dorhêlê.

Bihtiriya peyvan bi hişiyarî û endeziyarî hatine hilbijartin ji bo avakirina vî têkistê nû.

Aboriyeka aşkera di peyvan de heye, ji bo gihandina mebestê, yan çêkirina wêneyekî, rê nedaye pêla peyv û ristan têkistî bixendiqîne, yan ji dest derkevin.

Heger em bi çavekî hûr li zimanê vê kurte çîrokê binêrin dê van her sê rengê zimanî bibînin:

1- Derbirîna yekser.

2- wêneyên zimanvanî.

3- nêzîk ji zimanê helbestê.

Ez dê hewildim hindek nimûna ji van her sê rengan dest nîşan bikim.

1- derbirîna yekser:

Gotina tiştî bi zimanekî ruhin û aşkera, her peyvekê ramnek bi tenê jê biçe.

* li destpêka kurteçîrokê(pêşgotin) ev rista derbirîna yekser çîrokê vedike:

{Kes qomarê bi yara xwe nake, Memo tê nebe}.

Bi hizira min ev master kiya kurteçîrokê ye, li pêşiyê de di destê xwendevanê xwe de, heger ev zanîne li pêşiyê nedaba bihêztir bû.

Nexasim ev e deqekî nû ye û tecrîbiye, pêdiviye xwendevan jî di gel nivîserî pişikdariyê bike.

* {Gondek sotiye û xelk li ber befir û baranê nivêjan dikin, rojiyan digirin, ku roj kurtibin û zordar li ser erdê nemînin}.

Ez dibînim her du ristên domahiyê yên xîç li bin zêdene di vî deqî de, hewceyî vê ruhinkirina zelal nîne, bila xwendevan hizirên xwe bikin, ka bo çi ev xelkê gondê wan sotî bi vî rengî ne!.

2- wêneyên zimanvanî:

Anku rêya peyvê bo gihandina hestê(hîs) li def xwendevanî.

Bi hizira min mebesta nivîserî ji wêneyên zimanvanî ew e, dîtina xwe ji bo rasrityê û ya pêdivî diyar dike, yan dorhêlî li bin mîkiroskoyekê deyne berçavên xwendevanî, da bihtir mêşkê wî ji aliyê hizirî ve bikeve karî.

Di vê kurteçîrokê de, wêneyên zimanvanî yên rengê, hestî(hîsî) ciwankarî, fantazî, xeraîbî, peyda dibin ji bo azirandina hesta û hiziran.

Mîna:

* {Memo tawise, li ser kêlî ya hevalan rawestiya ye û xwe piş kiriye}.

Tawis bi hemî rengên jêhatiyên xwe ve li ber çavên me peyda dibe, anku çav wênê tawisî dibînin, ev wêne hesteka mezinahî û hebûn û ciwankariyê xwiya dike, herwesa xizmeta mebesta hizirî ya nivîserê çîrokê dike, wek wî viyayî anku bi kurtî:

1                           2                          3

Wênê zimanvan—–hestpêkirin——bûna hizirekî

*[mirov li erdê kirmin].

Wêneyekî zimanvanî yê hiziriye, reşbîniyek têde diyare.

Em dizanin hemî peyv yan ramana tiştanin, yan peywendî bi tiştan ve hene, her weku Hobiginz dibêje.

Di vê ristê de peyv ji qalibê xwe yê req û pê hatî naskirin derketiye û (ramanên dî wergirtî ne, li vêrê em dişên van peyvan beramberî peyva kirm deyinin:

1- kirm=pîs————-mirov li erdê pisin

2- kirm=bêxêr———-mirov li erdê bêxêrin

3- kirm=xirab———–mirov li erdê xirabin

4- kirm=bêhêz———-mirov li erdê bê hêzin

* [ ji vê dinyayê, hêşta Memo xaniyek di zikê jinekê de]

Hêza hêvkirinê di vê ristê de gelek pêdiviye, nîşana nebûna memoye bi peyvan bi rengekî edebî.

*[rêzek mirî yan dihêne gulebarankirin].

Wêneyekî gelek xeraîbiye, lê bi rengekî maqol li ber me rêzkir.

Erê eve ne bîra nehişiya nivîserî ye bêyî wî dipeqe û van wêna diderîne?.

*[zarok landika xwe dihajot]

Wênekî pir mij û morane, gelek pisiyaran peyda dike, ez wesa hizir dikim ev wêne bixwe hatiye nivîsîn piştî şerekî dijwar di navbera hizira nivîserî û nehişiya wî de, erê ev wêne ne bermayikên xewnekê ne?, lê ez bixwe biciwaniya vê ristê dihisim, ji bilî xeraîbiya wê ya bê qam.

Nivîserê hêja”Şofilofiskî” dibêje:

[yê xerîb, ciwane jî].

Nivîserekî dî dibêje:

[ewê ne berçav di siruştê de, herdem mehal nîne].

*[Ehmedê Xanî di zikê Zînê de li paseportekî digere].

Wêneyek revê û hêlana xakê Kurdistan, bo me ruhin dike, bi zimanê xwe yê taybet û zanînên me berovajî dike, peyva paseport ramana hindê ye derbaskirina sînoran, ya ku îro wek êşeka veger li nav me belav bûy.

* [ ho kurdîno, Zeredaştî pira sîratê dît û min heraft, asîman dibe û min kire valahî].

Wêneyekî dîniye- hizriye, çîroknivîsî divêt ramanekî bide vê wêneyê li dûv zanînên dîrokî wek rastiyek pêdivî zanînê.

* [ zarokek di landika xwe de hawîş nabe. De xwe bike narincok, landikê bi dest bilind bikê, bi navçaavên dayik û baban ve bipeqe].

Wêneyekî redkirinê ye, bi rengekî aşkera îdana vî dorhêlê xirab dike û divêt bi hilweşîne, heger li xwe nezîvire û ber bi asoyên geş neçe ev[dê xwe bke narincok] hêviyekê dide ku guherîn çêbin, yan dê xwe bi navçavên me hemiya pêkve bipeqîne.

3- Nêzîk ji zimanê helbestê:

Bi giştî zimanê vê kurteçîrokê gelek nêzîkî zimanê helbestê ye, ristên sivik û xweş lêkdayî, eve ji nivîserî ne dûre, çûnke Dr.Fadil Omer helbestê jî dinvîse û di vê têkistê de ketiye bin barê zimanê helbestê û ev renge xweşiyekê peyda dike.

Mîna:

*– Nixteye, melek li asmanî neman

Mirov li erdê kirmin

Rêzek mirî yan dihêne gulebarankirin

Li her du piyane

Hawar li deşt û zozane

Li ber reniya befirê, nivêj bi deyin dane.

—- —- —– —

* Ehrîmen memikên Zînê digeze û hilma xweşiya wî Zînê dike befirek havînê, Memo di xew de komek teqinê ye û baweşik bela xwe ji Ehuramazdayî venakin.

*Hevdijî di çîrokê de;

Ji nav û nîşanên vê kurtecîrokê, hevdijî dest pêdike”çarçove X dij çarçove” hevirikî û şerenîxa hevdijan dest pêdike ji bo hilweşiyan û rateqîna hinek bîrûbawerên bê hemdî me di nav komelê mede hatine çandin bo paşveman û xwelî bi sereya me di cîhanê de, ji layenên nehezê miletê me, bi zîrekane Dr.Fadil Omer xwe nêzîkî vê babetê kiriye û hewil daye bi hêz hilweşîne û ser ji nû hizirên netewî ava bike û bi hizira min eve karê her rewşenbîrekî xwedan helwêste di Kurdistanê de, çunke hevirkiya hevdijan bizavekî peyda dike.

Ez dê hewildim hevdijên di vê kurteçîrokê de bi vî rengê xwarê berçav bikim:

* nivişt + pêve xwandin + xwêvizanik –X– kompioter hemî karan dike

Paşveman-X-şaristaniyet

* Memo tawise- X– zarokê jar û birsî

Dewlemendî û hebûn-X– jarî û windabûn

* Memo tawise-X-hemî Memo û dij Memo îro berdestekin

* xewace-X-memoyê xolam û boyaxçî

Desthelat-X-xolamîniya xelkên biyanî

* text + serşoştin –X– nivêj û paqijî

Zina –X-tafîrkirin

* Memo şeve –X– roje

Denge –X– ne denge

Mirine –X– jîne

Birse –X– têriye

Diktatore  –X– dîmokirate

Mîhe –X– gorike

Cudî –X– Dîjle

Bilindahî –X– nizmatî

Li  domahiyê ez ji dil pîrozbahiya hevalê hêja çîroknivîs Dr.fadil Omer dikim ji bo afirandinê di vê kurteçîrokê de û ev pêngavek wêrek û nû ye di kurteçîroka devera me de ber bi hevçerxiya cîhanî.

Jêder:

– Fî neqid alnesir we asalîbuho: S.H.Burton, wergêran, Dr.Îsam Alxetîb-Dr.Tewfîq Ezîz.

– Aloxe fî aledeb alhedîs, Cakob Kork, wergêran, Ezîz Emanoyîl-Liyon Yûsif.

– Almeana Aledebî, Wiliyem Ray, wergêran, Yoîl Yûsif Ezîz.

– Medexel îla nezeriyet alqise, Semîr Almerzo-Cemîl Şakir.

-Alîeatîraf bîi alqîse alqesîre, Sozan Alohavir, wergêran, Mihemed Necîb Lefte.

– Alfen wlhulim welaqil, Cebir Îbrahim Cebir.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *