Mesaul xeyrî xanê min
Ji kurdistan ji vê xwînê
(Şeraba nabe rumanî
Şefeq da eqdê perwînê)
Şeva teb’ xêrbe nîşanî
Seher bayê feraşînê
Meya sadej’ lebên selma
Li ser gora te dirjînê
Siwarbûne ji pêkva em
Li ser baskê humayînê
(Ziringînî ji qelpê da)
Emin îro sura jînê
………………..
Mesaul xeyrî xanêmin
Tu wî rûh û rewa canî
Vebist tuj’ pertewa tûrê
Ji lew mayî tu nûranî
Dema şewqa te îsa bû
Suheyl girya li kîwanî
Rehêlî tul’ seqa ristan
Mij û morin tu baranî
Ji ristên te dibarînin
Dilopên şîr û şêranî
Ji lew îro meges teb’im
Li ser şaxê te min danî
……………..
Mesaul xeyrî xanêmin
Liser şaxête dildarim
Bi tîrên çeşme yên mexmûr
Ji nîva dil birîndarim
Di mihra tey nepen dîlber
Lepên bêrya te ez xwarim
Sera ser ez hevotim lew
Hezar perçe hezar parim
Ji sînê dil firî îro
Li ezmanê te ref tarim
……………………. .
Mesaul xeyrî xanêmin
Dilêmin sed keser têda
Dirêsim deftera işqê
Ji qabê ber bi qabêda
Hewildanên gihiştna yar
Hemî win bûn di ber bêda
Ku bakeşta mi tê xwarê
Di hev wertêm di avêda
Mesaul xeyrî xanêmin
Dilêmin sed keser têda