Dildarê nenas / Hewas Mehmûd

 

Wergerandin ji Kurdî: Cankurd
Gotin: Ma tu dildarî?

Min got: Erê

Gotin: Navê wê çiye?

Min got: Navê wê bi tîpa (K) dest pêdike

Û li ser eniya wê mangek heye

Û li ser dilê wê nexşeya xeman hatiye nîgarkirin

Bi rengê xuliyê

Ez bi janeke efsaneyî lê temaşe dikim

… û ez wê di xewnên xwe de dibînim

Lê ez nagihime wê

Sînorên zorbaziyê min jê berbest (1) dikin

Û pawanên rojhilatê min jê qorî dikin

Û ew, ew di darbestekê hesinî de ye

Wekî firindekî basikşikestî,

ku hemî pencere di rûyê wî de hatîne girtin

û bi dergevan re bêçare bûye

Vane qirik ji goştê wê diçirînin

Û ewe, ya ku ji ber êşanê dinale

Lê ewê nenas… nenasê dûr wê dibihîse

Ji min pê ve, kî ji bo dilbera min heye?

Ji min pê ve, kî ji bo hezkiriya min heye?

Bo min ne şev şev e

Ne jî roj roj e…

Ez her sibeyekê hişyar dibim,

Li ser pîrkeboseka (2) bi qebareya (3) êşa min

Û paş her xewhovekê (4), ez xewnekê dibînim

Xewneke, ku min dûr dixîne, ji wan hovîtiyên di xewên min de

… Lê heywax…heywax…

Ez bîra wê dikim, bi dilekî xwînkirî

Û xwîna wê…

Wê raneweste, her bizîte (5)

Heya ez wê hembêz dikim

Paş ku ji nav diranêd guran aza bibe

Hema ew birîndar e,

Dixwaze birînêd xwe derman bike

Bi şadomaniya hembêzkirina min

Û kila awirên min

… Û jînava maçên min.

—————————————————————-

(1) Berbestkirin: qedexekirin

(2) Pîrkebosk: Xewhov, (Bi Erebî) Kabos

(3) Qebare: H’ecim (Ev tişt qebe ye: H‘ecmê wî mezin e)

(4) Xewhov: Kabos, pîrkebosk

(5) Zîtin: Rijîna xwînê, (Bi Erebî: Nezîf )